PeyamaKurd – Di derbar serdana Papa Francîs bo Herêma Kurdistanê de, Berdevkê Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriel diyar kir, serdana Papa hêviyek ji bo Krîstiyanên herêmê çêkiriye.
Kîno Gabriel derbarê serdana Papa ji bo Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand, ku ew serdan ji bo parastina Krîstiyanan girîng e û hêviyek li cem wan çêkir.
Gabriel da zanîn: “Ez wekû kesekî Mesîhî, serdana Papa Francis bo Iraq û Kurdistanê cihê şanaziyê dibînim. Her tişt li aliyekî, lê pitşevanî û piştrastkirina wî ya ji giringiya pêkvejiyan û aştiyê re li Rojhilata Navîn, Iraq û Kurdistanê, û Sûriye jî ji bîr nekir, peyamekê li xwe hildigire. Wekî din jî, vê hatina wî ji bo me Mesîhiyan bi hemî beşên xwe ve ku li Rojhilata Navîn dimînin û warê wan e, pir girîng e.”
Di berdwamiya axavtina xwe de Gabriel destnîşan kir: “Li aliyê din, fişara ku li Mesîhiyan bû û girîngiya ku Papa didayê ji bo man û parastina Mesîhiyan û hejmara wan li Rojhilata Navîn û li Iraqê bi taybetî, cihêkî xwe yê taybet li cem me heye, loma, ev yek jî li hikûmetên Rojhilata Navîn vedgire ku wan biparêzin û rê li ber êrîşa li ser wan bê girtin.”
Herwiha Berdevkê HSDê hêvî kir, Papa careke din serdanê Rojavayê Kurdistanê bike û got: “ Ez Papa vedixwînim ku carekê were serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî bike û peyama aştiyê bi xwe re bîne û bibe destek ku çareseriyeke siyasî were peydakirin ku mafê hemî pêkhateyên li xwe bigire. Serdana Papa ji bo Iraqê dibe alîkar ji bo hevgirtin û kewandina birînên wan û em hêvî dikin ku ji bo Sûriyeyê rojek li hev were.”
Derbarê azmûna pêkvejiyana li Rojavayê Kurdistanê de Gabrîel eşkere kir, ew hêvî dikin ku aliyên li derdora wan, sûdê jê wergirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin