Li Minbicê coteteqîn: 2 kes bi giranî birîndar bûn

Li Minbicê coteteqîn: 2 kes bi giranî birîndar bûn

PeyamaKurad – Li bajarê Minbicê yê Sûriyê ku di bin kontrola HSDê de ye, du teqîn çêbûn kudi encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, îro 24ê Hezîranê li Minbicê li ser riya Cizîrê 2 teqîn çêbûn û di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê Meclîsa Leşkerî, Saziya Îstixbarata Tirkiyê MÎT bi wan herdu teqînan tomebar kir û got, li gor zanyariyên ketine destê wan, ew herdu teqîn bi destê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) hatine kirin.

Şeva borî jî balafirên bêmirov ên Tirkiyê gundê Helencê yê Kobaniyê bombebaran kiribûn û di encamê de 3 bizavkarên jin ên Kurd hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin