PeyamaKurd – Li Kerkûkê, çekdarên nenas gule li kesên ku şîna Îmam Husên digirtin rêşandin û di encamê de kesek birîndar bû.
Çapemeniya Iraqê diyar kiriye, li başûrê Kerkûkê, derengê şeva borî 16.08.2021ê çekdaran gule li karwanekî kesên ku şîna Îmam Husên digirtin rêşandin.
Hat destnîşankirin, ji ber gule li wan kesên şîna Îmam Husên digirtin hatin rêşandin, kesek birîndar bûye û kesên çekdar jî ber bi cîhekî nediyar ve reviyane.
Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an, hêz û milîsên Iraqê dest danîn ser navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de û ji ber neçalakbûna hêzên ewlehiyê jî, çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li wan navçeyan xwe birêxistin kirine û berdewam kiryarên terorîstî pêk tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin