PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re, li ser telefonê pêwendî danî û rewşa Afganistanê gotûbêj kir.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir, îro 25ê Tebaxa 2021ê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di peywendiya telefonê de pêşveçûnên li Afganistanê gotûbêj kirine.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyê de destnîşan kir: “Blinken îro bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu re pêwendiyeke telefonê danî. Di hevdîtinê de hevkariya me ya ku li Afganistanê berdewam e û hewlên bi awayekî ewle veguhestina welatî, hevpeyman û şirîkên me, hatine gotûbêj kirin.”
Herwiha Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kiriye û gotiye, îro ligel Çavuşoglu peywendiyeke telefonê kiriye û gotiye: “Tirkiye hevpeymanekî girîng ê NATO ye û li herêmê jî şirîkekî gelekî bi qîmet e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin