Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa 24 demjimêrên dawî ya vîrusa koronayê Covid-19 eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1513 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî pê mirine.

Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrên borî de 596 kes li Hewlêrê, 538 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 56 kes li Helebceyê û 89 kes li Gemriyanê bi koronayê ketine.

Herwiha hat eşkerekirin, di nav 24 demjimêran de 17 kesên jiyana xwe ji dest dane jî 8 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê ne.

Hejmara kesên di 24 demjimêrên borî de baş bûne jî wekî 2129 kes hat eşkerekirin.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên giştî gihîşt 290039 kesan, ya mirinan bû 5362 kes û heta niha 245793 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin