PeyamaKurd - Wezîrê Rewşên Awarte yê Rûsyayê Yevgeny Zinichev di rahênaneke perwerdehiyê de li bajarê Arktîka Norilsk, dema hewl dida ku jiyana kesekî xilas bike, jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê ragihand, îro Çarşemê Zinichev bi awayekî trajîk dema ku erkên xwe yên fermî pêk dianî û di rahênanên ji bo parastina navçeya Arktîk ji rewşên awarte de, dema hewl dida jiyana kesekî rizgar bike, li Norilskê mir.
Moskow Timesê li ser bûyerê nûçeyek weşandiye û gotiye, Zinichev di dema rizgarkirina kameramanekî de ku piyê wî zeliya û ket nav avê, jiyana xwe ji dest daye.
Seredîtora Moskow Timesê Margarita Simonyan derbarê bûyerê de li ser twitterê ragihandiye, “Gelek şahid hebûn, lê dema ti kesî nebû ku bizanibe ka çi qewimî dema ku Zinichev xwe avête nav avê piştî ku ew zilam ket xwarê û kete ser kevirekê.”
Zinichev ji sala 2018an ve wezîrê Wezareta Rewşên Awarte bû ku wekî efserekî KGBê di dawiya 1980an de dest bi karê dewletê kiriye û di serdema piştî Sovyetê de jî di Servîsa Ewlehiya Federal (FSB) de kar kiriye.
Bajarê Norilsk ê Zinichev lê can daye, bi 2,900 km (1,800 mîl) ji bakurê rojhilatê Moskowê dûr e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin