Putin û Serokkomarê Tirkiyê îro li Rûsyayê dicivin

Putin û Serokkomarê Tirkiyê îro li Rûsyayê dicivin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro li Rûsyayê dicivin û di civînê de rewşa Idlibê, pêwendiyên navbera her du welatan û mijarên navdewletî gotûbêj dikin.

Li gor daxuyaniya Kremlînê, tê gotin ku îro Çarşamê 29ê Îlona 2021ê Putin û Erdogan li bajarê Soçî yê başûrê Rûsyayê dicivin. Kremlin dibêje: “Biryar e di civînê de qala mijarên siyasî, bazirganî û aborî bên kirin û hevahengiya navbera Rûsya û Tirkiyê bê gotûbêjkirin. Herwiha pirsgirêkên niha yên navdewletî ji wan rewşa Sûriyê, Lîbya,Afganîstan û Başûrê Qefqasyayê bên gotûbêjkirin.”

Herwiha Fermangeha Pêwendiyan a Serokatiya Komara Tirkiyê do Sêşemê destnîşan kiribû, Erdogan li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Rûsyayê dike. Li gor Fermangeha Pêwendiyan a Serokatiya Komara Tirkiyê, di civîna Erdogan û Putin de ligel peywendiyên navbera herdu welatan, pêşhatên dawî yên herêmî û navdewletî jî tên gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, ev serdana Erdogan di demekê de ye ku di çend rojên borî de Rûsyayê li Idlibê êrîşên esmanî li ser komên nêzîk û girêdayî Tirkiyê zêde kirine. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî dibêje, ew êrîşên Rûsyayê pêbendnebûn e bi danûstandinên Soçiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin