Torên medya civakî roxiyan: Tirkiye daxwuyanî da

Torên medya civakî roxiyan: Tirkiye daxwuyanî da

PeyamaKurd – Platformên medya civakî yên weka Instagram, Facebook û di ser WhatsApp ê de danûsitendin nema dibe. Çavkaniya pirsgirêkê hêj nayê zanîn an nehatiye ragihandin û li gor agahiyan di torên medya civakî de roxandin heye. Malpera navdewletî ya 'Down Detector' ragihand ku li seranserê dinyayê bi TSİ yê di 18.44 an de pirsgirêk destpêkiriye.

Direktorê facebookê Andy Stone di ser hesabê Twitterê de weha ragihand:

“Em dibînin ku di berhem û bicîhanînên me de pirsgirêk hene. Em dixebitin da di wextekî kurt de her tişt normal bibe û ji ber wê aciziya me daye we, em lêborîna xwe dixwazin.”

Stone, negot bê pirsgirêk li kîjan welatan hene. Lê cîgirê wezîrê gihandinê yê Tirkiyê Ömer Fatih Sayan ragihand ku di asta dinyayê de pirsgirêk hene. Sayan weha got:

“Di xizmeta Facebook û Instagramê de li seranserê dinyayê pirsgirêka xwegihandinê heye û ji vê pirsgirêka global bikaranînerên me bi qismî bandorê dibînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin