PeyamaKurd - Hevpeymaniyên Ezim û Teqedum ên erebên sunîyên Iraqê ku rikberên hev ên dijwar bûn di hilbijartinê de, niha nêzîkî hev dibin.
Berdevkê Hevpeymaniya Ezim Selah Cibûrî bi daxuyaniyekê ragihand: “Ezim û Teqedum gihîştine qonaxeke baş a gihîştina hev û karên dema pêş jî diyar kirine.
Selah Cibûrî gotiye: “Herdu hevpeymanî li ser plana karê dema pêş, kar kirina ji bo navçeyên hatine rizgar kirin (Ji DAIŞê), yekrêzî bo bidestxistina armancên xwe û dosyayên windayiyan, vegerandina koçberan û avadaniya navçeyan li ser wan mijaran li hev nêzîk bûne.”
Hevpeymaniya Ezim ji aliyê Xemîs Xencer ve serokatiya wê tê kirin û Hevpeymaniya Teqedum jî ji aliyê Mihemed Helbûsî ve serokatiya wê tê kirin û herdu alî di hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de rikberiyeke dijwar ji bo standine dengên rebên sune dikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin