PeyamaKurd – Lutkeya Serokan a 20 welatên xwedî aboriya pêşketî li cîhanê G20 sibe li paytexta Îtalya Romayê dest pê dike. Piştî pandemiya koronayê yekem car e lutkeya G20an rûbirû tê lidarxistin.
Di civînên ku serok û serokwezîrên welatan hatine vexwendin de, Serokê Amerîkayê Joe Biden jî beşdariyê dike, lê serokên Çîn û Rûsya beşdar nabin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Kremlînê ragihandiye ku wê Pûtîn bi rêya online beşdarî civîna G20 bibe ku bi serokatiya Îtalya li Romayê di navbera rojên 30-31ê Cotmehê de tê lidarxistin.
Herwiha wê civîna salane ya G20 jî di dema Kongreya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî guhertina avhewayê de bê lidarxistin ku ew jî roja Yekşema bê li bajarê Glasgow ê Brîtanyayê birêve diçe.
Hat ragihandin ku wê di lutkeya du rojan a bi serokatiya serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi de, ji bilî babetên siyasî û rewşa mirovî, helwesta jeo-polîtîk li Afganistanê jî were gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin