PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane dike.
Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de sê mijarên sereke tên guftûgokirin, yek ji wan jî pirsa qerebûkirina kesên ziyan ji lehiya Hewlêrê dîtine ye.
Herwiha li gor daxuyaniyê, di mijareke din de reşnivîsa (Peyrewa Encûmena Bilind a Geşepêdana Jinan li Herêma Kurdistanê - Iraq) bi mêvandariya Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Jinan tê guftûgokirin.
Di mijara sêyem a civîna Encûmena Wezîran de, pirsa wergirtina derçûyên qonaxa amadehiyê li zanîngeh û peymangehan tê guftûgokirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin