Çavusoglu: Biden ji bo mijarên YPG, FETO û S-400an pêsniyara koma xebatê kir

Çavusoglu: Biden ji bo mijarên YPG, FETO û S-400an pêsniyara koma xebatê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin ku li ser pêşniyara Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtina ligel Erdogan de, komeke xebatê tê pêkanîn û wê mijarên PKK/PYD/YPG, Cemaeta Gulen û S-400an di wê komê de bêne gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di komîsyona Budce û Planê ya Parlamentoyê de axivî û li ser pêwendiyên Tirkiyê ligel Rêveberiya Amerîkayê got, pêwendî berdewam in û hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden a yekşema borî erênî bû.

Çavuşoglu diyar kir, helwesta Amerîkayê ya derbarê hevkarîya PKK/PYD/YPG, hebûna Cemaeta Gulen li Amerîkayê û mijara S-400an ne li gorî rihê hevpeymaniyê ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: “Serokomarê me di hevdîtina ligel Biden de ev mijar bi zelalî anîn ziman. Em ê komeke ku van mijaran gotubêj bikin ava bikin. Wek hûn dizanin berî niha me ji bo Amerîkayê pêşniyareke wiha kiribû. Lê vê carê  Îdareya Biden, Amerîkayê ev  pêşniyar kir. Niha em ligel saziyên pêwendîdar ên wezareta xwe kar dikin derbarê pêkanîna koma xebatê û mijarên bên gotûbêj kirin de.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin