PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Polîtbûriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo gotûbêjkirina encamên hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê civînekê saz dike. Berpirsê Liqa 16an a PDKê Bllind Îsmaîl ji malpera KDPinfoyê re eşkere kiriye wê Polîtbûriya PDKê îro roja pêncşemê 2yê Kanûnê bicive.
Bilind Îsmaîl ragihandiye Polîtbûroya PDKê wê kêmbûna 2 kursiyên PDKê di parlementoya Iraqê de gotûbêj bike.
Roja 30.11.2021ê komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijardina Iraqê encamên hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê ku 10ê Cotmehê hatibû lidarxistin eşkere kiribû.
Hêjayî gotinê ye, li gor encamên destpêkê hatibû ragihandin ku PDKê li parlementoya Iraqê 33 kursî bi dest xistine, lê di encamên hilbijartinên fermî de hate ragihandin PDKê 31 kursî bi dest xistine û kursiyekî PDKê yê li Hewlêrê û kursiyekî PDKê yê Neynewayê ji bo aliyên din hatiye dayîn.
Îsmaîl tekez kiriye PDK wan herdu kursiyan jî weke mafê xwe yê yasayî dizane û divê li PDKê were vegerandin.
Piştî encamên fermî yên komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartina Iraqê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî gotibû bi talanê ew herdu kursiyên PDKê jê hatine standin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin