PeyamaKurd – Li herêma Deştî Berçî dikeve rojavayê paytexta Afganistan Kabûlê li pey hev çend êrîşên bombeyê pêk hatin.
Li gorî zanyariyên destpêkê di teqînan de, du kesan jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Demkî ya Talîbanê Said Hostî ragihand ku li herêma Deştî Berçî ya dikeve rojavayê Kabulê du teqînên cuda rû dane û di encamê de 2 kesan can daye.
Herwiha Hostî daye zanîn ku ji bilî mirina du sivîlan 4 kesên sivîl jî di teqînan de birîndar bûne.
Heta niha berpirsiya teqînan ti rêxistinekê li xwe negirtiye. Beriya niha jî li wê herêma şîenişîn bombe hatibûn teqandin û gelek kesan can dabû. Berpirsiya hin ji wan êrîşan DAIŞê li xwe girtibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin