'Pozîsyona Amerîka li Sûriyê bihêztir e, Rûsya di nav çiravê de ye!'

'Pozîsyona Amerîka li Sûriyê bihêztir e, Rûsya di nav çiravê de ye!'

PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Amerîka bo Sûriyê û nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê yê berê James Jeffrey got, Amerîka niha di pozîsyoneke bihêztir de ye ku bi Rûsyayê re li ser Sûriyê danûstandinan bike.

Jeffrey ji rojnameya “Şerq El-Ewset” re daye xuyakirin, “Amerîka niha di pozîsyoneke bihêztir de ye ku bi Rûsyayê re derbarê Sûriyê de gotûbêjan bike, ji ber gelek sedeman, ji wan jî ku hemû amûrên zextê hîn di destê rêveberiya Serok Joe Biden de ne û Rûsya jî di nav çirava Sûriyê de ye.”

Jeffrey ji rêveberiya Biden daxwaz kir, dema diyaloga bi aliyên Rûsî re bike, divê ew bi hevalbendên xwe yên Erebî, herêmî û Neteweyên Yekbûyî re hevahengiyê bike, da ku di pêkanîna armancên xwe de bi ser bikeve.

Jeffrey hişyarî da, eger rêveberiya Biden wê yekê neke, ew tê wê wateyê ku “yan rêveberiya Biden dibîne ku Sûriye ne girîng e, yan jî ew dixwazin tiştekî bikin ku ti kes nizanibe ew çi ye.”

Li ser helwesta rêveberiya Amerîka li hember asayîkirina pêwendiyan bi Esed re jî Jeffrey got: “Hin kes di rêveberiya Biden de hene dixwazin pêwendî bi Esed asayî bêne asayîkirin.. Heta niha helwesta rêveberiyê di vê pirsê de ne zelal e.”

Jeffrey bi bîr xist, ew bi Wezîrê Derve yê berê Mike Pompeo re di sala 2019an çûbû li Moskowê bi Serok Vladimîr Pûtîn re civiyabû û rêkeftinek pêşkêş kiribû ku tê de danûstandina Rûsî-Amerîkî ya derbarê Sûriyê de hebû: “Lê Putîn ew rêkeftin qebûl nekir, ji ber ku wî didît ku em di dawiya rêveberiya Trump de ne û Trump dixwest hêzên xwe vekişîne, lewre Pûtîn dît ku ne hewce ye ku bi me re danûstendinê bike û ew ê Sûriyê li ser sîniyeke zîvîn bistîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin