PeyamaKurd – Serokomariya Misirê ragihand ku Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî serdana Îmarat kiriye û ligel Cîhnişînê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed el Nehyan re civiya ye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Ebdulfetah Sîsî ligel Şêx Mihemed bin Zayed al Nehyan rewşa welatên erebî û rûdanên li herêmê gotûbêj kir.
Serdana Sîsî di demeke ku Hûsiyên Yemenê êrîşên xwe bi ser berjewendiyên Îmaratê de zêde kirine pêk hat ku Misir û Îmarat li Yemenê piştevaniya hêzên hikûmeta Yemenê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin