Xwarziya Elî Xamaney, dest bi çalakiya birçîbûnê kir

Xwarziya Elî Xamaney, dest bi çalakiya birçîbûnê kir

PeyamaKurd- Biraziyê Rêberê Îranê Elî Xamaney Mehmûd Muradxanî ragihand ku xwişka wî ya çalakvana mafên mirovan û dijberê rejîmê Ferîde Muradxanî ku 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye.

Muradxanî, li ser hesabê xwe yê taybet ê medyaya civakî daxuyaniyek da û di derbarê xwişka xwe ya girtî de daxuyanî da.

Muradxanî têkildarî rewşa dawî ya xwişka xwe ya ku li Girtîgeha Kerçek a Veramîn a parêzgeha Tehranê girtî ye wiha got:

“Ferîde Muradxanî, ji bo şermezarkirina veguhestina wê ya Girtîgeha Êvînê û nerazîbûn nîşanî cihê ragirtinê dabû, dest bi çalakiya birçîbûnê kir.”

Ferîde Muradxanî, di Cotmeha 2021ê de ji ber dozên xwe yên berê hatibû girtin û meha nîsana îsal bi kefalet hatibû berdan.

Muradxanî, piştî îfadeya li dozgeriyê di 23yê Mijdarê de, ji ber piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî, careke din hatibû girtin.

Parêzerê Muradxanî Muhammed Huseyîn Akasî ragihand ku 15 sal cezayê girtîgehê yê beriya niha ji bo muwekîla wî hatibû dayîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat erêkirin û sizayê wê daxistin 3 salan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin