PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billström îdia kir, peymana Madrîdê “radestkirina Tirkiyeyê” li xwe nagire.
Tobias Billström derbarê daxwazên Tirkiyeyê yên radestkirinê de daxuyanî da û got, "Tu serastkirin û daxuyaniyeke fermî tune ye û divê Tirkiye dawî li daxwazên nû yên ji hikûmeta Swêdê bîne."
Billstrom da zanîn, “Em nikarin destûra bingehîn a ku niha li Swêdê ye, berdin.”
Erdogan çi gotibû?
Serokomar Erdogan derbarê pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê de wiha got, “Ji bo derbasbûna parlementoyê divê hûn dora 130 terorîstan bidin me. Mixabin, wan nekarî vî tiştî bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin