Hefter soz da ku Tirkiyê bi darê zorê ji Libyayê derxe!

Hefter soz da ku Tirkiyê bi darê zorê ji Libyayê derxe!

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Artêşa Netewî ya Libyayê General Xelîfe Hefter îro 25ê Kanûnê ragihand ku heger artêşa Tirkiyê bi awayekî aştiyane terka Libyayê nede, ew dê darê zorê wê derxin.

Li nûçeya ajansa DPAyê Hefter di merasîma salvegera 69emîn a serxwebûna Libyayê de axiviye û li ser mijarê ji bo Tirkiyê gotiye, ‘Yan hûnê çûyînê yan jî şer hilbijêrin’ û diyar kiriye, “Heta artêşa Tirkiyê ji hin beşên welatê me neyê derxistin ti wateya serxwebûnê nîne. Du bijarde hene; Yanê wê bi awayekî aştiyane derkeve yan jî wê bi darê zorê bê qewitandin.”

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye bi awayekî eşkere piştevaniya hikûmeta Wîfaq a Îxwanî dike û ji sala 2019an ve peyman pê re girêdane ku tevî hêzên leşkerî di şerê dijî hêzên Hefter de cî digire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin