Herdu welatan, Îran û Hizbullah hisyar kir

Herdu welatan, Îran û Hizbullah hisyar kir

PeyamaKurd- Keyê Urdunê Abdullahê 2yemîn, di civîna çapemeniyê ya ku bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re hat lidarxistin de rewşa şerê Îsraîlê yê li dijî Hamasê nirxand. Herdu rêberan, di nirxandinên xwe de Îran û Hizbûllahê jî hişyar kir.

Key Abdullahê 2yemîn û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ku li paytexta Almanya Berlînê hevdîtin pêk hanî, civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist. Abdullah got ku Rojhilata Navîn li ber perava qutbûnê ye" û destnîşan kir ku xeteriya berfirehbûna şer rast e û hişyarî da ku divê Filistînî neyên "dehfkirin" ku ber bi Misir û Urdunê ve bên şandin. 

Olaf Scholz got ku ji bo ku rewşa Rojhilata Navîn bi hev re were fêmkirin, diyalog pêwîst e. Pêşgirtina agirê mezin li herêmê armanca me ya hevpar e. Ez careke din bi zelalî hişyarî didim Hizbullah û Îranê ku destwerdana vê pevçûnê nekin.

Em hikûmeta Alman bi hevalbendên xwe re ji bo ku ev pevçûn hîn mezintir nebin, ji bo sivikkirina êş û azarên ku ji destê wan tê, her tiştî dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin