PeyamaKurd – Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah, li ser nakokiya avên deryayan di navbera Lubnan û Îsraîlê de daxuyanî da û gefa petrol û gazê xwar.
Nasrallah di axaftineke xwe de, gotiye; ew destûrê nadin ti aliyek li qada deryayî ya Lubnanê petrol û gazê derxe.
Hesen Nasrallah herwiha daye xuyakirin, heger erkên dewletê bo wan neyên dayîn, ew dikarin her tiştî berovajî hev bikin û wiha axiviye:
"Heger hûn dixwazin rê li ber bigirin ku ti berjewendiyekê ji qadên vî welatî nestînin, ti kesek nikare petrol û gazê derxe û bifiroşe.”
Nasrallah herwiha daye zanîn ku ti hikmê rêveberiya Lubnanê li ser wan nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin