PeyamaKurd – Çavkaniyên herêmî yên ji Dêrazorê ragihandin ku balafirên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wan dike, ji ser herêma kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve tankêrên neftê yên Sûriyê kirin armanc û piştre jî bi çekên giran ew dan ber guleyan.
Li gorî heman çavkaniyan, tankêrên rejîma Beşar Esed ên ji ser Çemê Firatê ve neftê vediguhêzin, piştî ku hatin armanckirin û rawestandin, hêzên hevpeymaniyê dest danîn ser wan.
Hat ragihandin ku bûyer li herêma Dêrazorê li bajaroka Şûheylê rû daye û hîn hevpeymaniyê derbarê êrîşê de daxuyaniyek nedaye.
Herwiha çavkaniyên herêmî îdia dikin ku petrola ku ji herêma HSDê tê derxistin bi rejîma Esed re tê parvekirin û bi ser Çemê Firatê de tê firotin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin