Hevserokên HDPê dengê xwe li Stenbolê bi kar tînin

Hevserokên HDPê dengê xwe li Stenbolê bi kar tînin

PeyamaKurd – L i Tirkîyê û bakurê Kurdistanê proseya dengdanê dest pê kir, welatî dngê xwe bi kar tînin. Hevserokên HDPê Temelli û Buldan dengê xwe li navçeya Stenbolê Bakirkoyê bi kar tînin.

Hat dîyarkirin ku Hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli û Pervin Buldan dengê xwe li navçeya Stenbolê ya Bakirkoyê bi kar tînin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoğan dengê xwe li navçeya Stenbolê ya Uskudarê; Serokê MHPê Devlet Bahçeli û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê û sroka IYI Partîyê Meral Akşener jî li Stenbolê dengê xwe bikar tîne.

Proseya dengdanê li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê îro saet 8.00an destpê kir. Nêzîkî 57 milyon kes ji bo hilbijartina rêveberên herêmî yên ku dê 5 salan li ser kar bimînin dengê xwe bi kar tîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin