PeyamaKurd- Hefteyekî zêde ye ku li ser mijara Idlib a Sûriyê Tirkiye nerzîbûna xwe bo kiryarên Rûsyayê radigihîne lê Rûsya jî wan gazinên Tirkiyê qebûl nake û hem dibêje di deverên di bin destê Tirkiyê de grûbên terorîst hene. Li ser vê nelihevkirinê heyeteka Rûsyayê bo van mijaran biaxifin hat Tirkiyê.
Hem di mijara şer û pevçûnên navbera artêşa Sûriye û Tirkiyê de ku hefteya borî rûdabû, Tirkiye Rûsya û rejîma Sûriyê sûcdar kiribû. Dê li ser vê mijarê jî bê rawestandin. Heyeta Rûsî wê li Tirkiyê bi wezîrê karên bergiriyê Hulusi Akar û heyetên leşkerî yên Tirkiyê re mijaran guftûgo bikin.
Xalên çavdêriyê yên Tirkiyê ku li Sûriyê avakirine û ewlehiya wan bi xwe mijareka dinêye ku her dû alî li serê biaxifin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin