Hikûmeta Kazaxistanê neçar ma îstifa bike: Xwepêsandan hê jî didomin

Hikûmeta Kazaxistanê neçar ma îstifa bike: Xwepêsandan hê jî didomin

PeyamaKurd - Li welatê Kazaxistanê ji ber xwepêşandanên berdewan ên li dijî bihayiyê neçar kir ku hikûmeta wî welatê karvekêşana xwe bide.

Piştî ku li Kazaxistanê bihayê sotemeniyê hat zêdekirin, ajokar rabûn ser piyan û di demeke kurt de xwepêşandan li gelek deverên Kazaxistanê belav bûn.

Di xwepêşandanên şeva borî yên li Almata û bajarên din de, daxwaza kêmkirina bihayê sotemeniyê û îstifaya hikûmetê hat kirin û li hin eyaletan jî rewşa awarte hat ragihandin.

Li ser daxwaza xwepêşanderan komîsyona taybet a girêdayî hikumetê eşkere kir ew ê bihayê petrol û gaza xwezayî kêm bikin, lê belê dîsa jî xwepêşandanan berdewam kir û hikûmet neçar ma îstifaya xwe bide.

Hat ragihandin ku piştî Serokwezîrê Kazaxistanê Askar Mamîn neçar ma ku îstifa bike, hikûmeteke demkî ya bi seroktiya Alîhan Smaîlov wê hikûmetê birêve bibe.

Hêjayî gotinê ye, piştî îstîfaya hikûmetê jî xwepêşandan îro Çarşemê jî berdewam dikin û li gorî zanyariyên dawî xwepêşanderan deriyê şaredariya Almatayê şikandine û ketine hûndirê avahiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin