Hilberîna petrolê ya Iraqê piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê %60 daket

Hilberîna petrolê ya Iraqê piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê %60 daket

PeyamaKurd - Cîgirê Rêveberê Giştî yê Şirketa Karûbarên Qad û Lîsansê ya di bin Wezareta Petrolê ya Iraqê de Kazim Abdulhesan Kerîm diyar kir ku hilberîna petrolê ya welêt piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê bi qasî %60 kêm bûye, ji 3.3 milyon bermîl di rojê de daketiye 1.3 milyon bermîl di rojê de.

Li gorî raporan, hilberîna petrolê ya rojane li Iraqê piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê bi qasî %60 kêm bûye.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Şirketa Karûbarên Qad û Lîsansê ya di bin Wezareta Petrolê ya Iraqê de Kazim Abdulhesan Kerîm derbarê hilberîna petrolê ya welêt de daxuyaniyek da.

Kerîm got ku hilberîna petrolê ya welêt piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê bi qasî %60 kêm bûye, ji 3.3 milyon bermîl di rojê de daketiye 1.3 milyon bermîl di rojê de.