Hişyariya ewlehiyê ji Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê

Hişyariya ewlehiyê ji Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê piştî nûçeyên ku Îsraîl bertek nîşanî Îranê daye, hişyarî da karmendên xwe û malbatên wan.

Di hişyariya ewlehiyê de hat diyarkirin ku sefera şexsî ya ji bilî bajarên Tel Avîv, Qudsa Rojava û Bîrşebayê ji bo xebatkarên Balyozxaneyê û malbatên wan hatiye qedexekirin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku ev biryar ji ber îxbarên ku dibêjin Îsraîl li dijî Îranê êrîşeke tolhildanê pêk anîye, "ji îhtîyateke zêde" hatiye girtin.

Medyaya Îranê ragihandibû ku dengê teqînan li bakurê rojhilatê parêzgeha Îsfehanê ku baregeha hêzên esmanî ya Îranê lê ye, hatiye bihîstin.

Piştî dengên teqînê li parêzgeha Îsfehanê hat ragihandin ku geştên asmanî yên li Tehran, Îsfehan û Şîraz û hin deverên Îranê hatine rawestandin.

Medyaya Amerîkî di nûçeya xwe ya ser bi rayedarên Amerîkî de nivîsîbû ku Îsraîlê êrîşek li ser xaka Îranê pêk aniye.