HSD: Komên ser bi Samê êrîs kir: Gelek kustî hene!

HSD: Komên ser bi Samê êrîs kir: Gelek kustî hene!

PeyamaKurd- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên ser bi Suriyeyê ve li rojhilatê Dêrezorê êrîş kir û hat ragihandin ku gelek kuştî hene.

HSDê ragihand ku komên Suriyeyê êrîşî bajarokên Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemam ên li rojhilatê Dêra Zorê kirin. Hat diyarkirin ku êrîşan danê sibehê saet di 05:00an de hemwext dest pê kirine.

Di daxuyaniya HSDê de hat ragihandin ku di encama êrîşên li ser herêma di bin kontrola hêzên Şamê de di encama êrîşan de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 10 sivîl jî birîndar bûne.

Hat gotin ku di encama şer û pevçûnan de 19 endamên koma ku Suriye piştgiriya wan dike ku 6 ji wan li Zîbanê û 13 jî li Ebû Herdobê ne, hatine kuştin û 20 kes ji wan 2 fermandarên komên çekdar birîndar bûne.

HSDê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê her tim ji bo parastina ewlekarî û aştiya herêmê têbikoşin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin