Hûsî: Me 3 kestî li Deryaya Sor û Deryaya Spî kirin hedef

Hûsî: Me 3 kestî li Deryaya Sor û Deryaya Spî kirin hedef

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku wan 3 keştî bi moşekên balîstîk û balafirên bêmirov ên li Deryaya Sor û Deryaya Spî kirine hedefa hinceta “Qedexeya ketina benderên Îsraîlê binpê kirine”.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku keştiyên bi navê "BENTLEY I" û "CHIOS Lion" li Deryaya Sor bi balafirên bêmirov û moşekên balîstîk hatine hedefgirtin.

Serî diyar kir ku wan keştiya bi navê "Olvia" ya li Deryaya Spî bi koma "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" re kirine hedef, lê agahî nedaye ku keştî yên kîjan welatan in.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin