IFJ: Di sala 2021 ê de 45 rojnamevan hatin kustin

IFJ: Di sala 2021 ê de 45 rojnamevan hatin kustin

PeyamaKurd - Federasyona Rojnamevanên Navdewletî (IFJ) ragihand ku di sala 2021 ê de li seranserê cîhanê 45 rojnamevan hatine kuştin. Li gor salên berê hêjmara ku îsal hatine kuştin kêmtire lê tundiya li hemberê rojnamevanan hêj dewam dike.

Li gor rêjeyên welatan di sala 2021 ê de rojnamevan herî zêde li Afxanistanê 9, li Meksîko 8 û li Hindistanê 4 heb hatine kuştin. Li seranserê dinyayê sedema kuştina rojnamevanan ji ber xebrên gendeliyê û bikaranîna deshilata xerabe.

Sekreterê IFJ ê Anthony Bellanger dîyar kir ku ew ji bo berevanîya rojnamevanan piştgirîyê didin peymana Neteweyên Yekgirtî ya ji bo parastina rojnamevanan.

Du hefteyên berê Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) jî dîyar kiribû ku di sala 2021 ê de 46 rojnamevan hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin