PeyamaKurd - Artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku di çarçoveya operasyonên li dijî Amerîka û Îsraîlê de, hedefên Amerîkayê yên li herêmê hatine lêdan û got: "Em tenê teslîmbûna tam a dijmin dipejirînin."
Sûpaya Pasdarên Îranê, derbarê operasyonên li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, di bin sîwana pêla 38an a operasyona "Soza Rast 4" de, hedefên DYAyê yên li Rojhilata Navîn hatine lêdan.
Hate diyarkirin ku li Kuweytê baregeha helîkopteran a Udairi ya DYAyê bûye armanc û wiha hate gotin: "Piştî du êrîşên moşekî yên hemwext, hejmareke zêde ya leşkerên Amerîkayê hatin bêbandorkirin û zêdetirî 100 birîndarî rakirin nexweşxaneyên li Kuwveytê."
Li gorî daxuyaniya artêşa Îranê, li Bendera Mîna Selman a li Bahreynê, ku wekî navenda Fîloya 5an a DYAyê tê bikaranîn, bi moşek û balafirên bêmirov yên Îranê hatine lêdan. Di heman demê de hat diyarkirin ku kampên Patriot, hangarên amûran û qadên bicihbûna leşkeran ên li Baregeha Deryayî ya Muhemmed el-Ehmed û Baregeha Hewayî ya Elî el-Salem jî hatine bombebaran kirin.
Artêşa Pasdarên Îranê tekez kir ku operasyonên li dijî DYA û Îsraîlê dê berdewam bikin û hate gotin: "Em tenê teslîmbûna tam a dijmin difikirin. Dema ku sîbera şer ji ser welatê me radibe, em ê şer bi dawî bikin."