Îran: Ew tistên bi Erebistana Si’ûdî re sas tên fêmkirin divê em wan ji ortê rakin

Îran: Ew tistên bi Erebistana Si’ûdî re sas tên fêmkirin divê em wan ji ortê rakin

PeyamaKurd – Serokê Meclisa Pisporan û hem sekreterê giştî yê konseya parastvanan Ayetullah Ahmed Cennetî ragihand ku ew tiştên bi Si’ûdî Erebistanê re şaş tên fêmkirin divê temamê derfetan bikarbînin û wan têgihiştinên şaş ji ortê rakin

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku Cennetî di civîna konseyê de axifiye û gotiye ku divê têkiliyên navbera Tehran û Riyadê normal bibin. Her weha Cennetî got ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê gelek xebat bên kirin û dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Cennetî weha axifî:

“Em her dû welat xwediyê gelek mijarên hevparin. Dijminên Îslamê dijminên xelkê Erebistanê û Îranê ne jî. Divê em li hemberê ew dijminên ku li hemberê me ne, em li leystikên wan bi hezir bin û gengeşeyên navbera xwe daxînin asta herî kêm.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin