Îran kargeha binerdî ya nukleerî ava dike

Îran kargeha binerdî ya nukleerî ava dike

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Îranê bi taybet piştî pesendkirina zêdekirina xebatên nukleerî ji aliyê parlamenê ve dest bi avakirina kargeheke nukleerî ya bin erdê kiriye.

Li gorî wêneyên malpera çavdêrxaneya fezayî Maxar Technologiesê parve kirine, Îran li bajarê Fordoyê kargeheke nû ya atomî di bin erdê de ava dike.

Ajansa Associated Press (AP) jî ragihandiye ku ev hemleya Îranê li şûna ku pêwendiyên Amerîka-Îranê di serdema Joe Biden de baş bike, zirarê digihîne wan pêwendiyan.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ew kargeha nukleerî ya tê avakirin bi çiyayan dorpêçayî ye û ji aliyê pergalên parastina asmanî tê parastin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin