PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê, ji ber rûbirûbûna zêdebûna êrîşên dronan ên ku ji ber şerê navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê derdikevin, biryar da ku sîstemên parastina hewayî yên pêşketî bi cih bike. Ev sîstem dê nûnertiyên dîplomatîk, saziyên ewlehiyê û tesîsên aborî yên li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê biparêzin.
Berdevkê Fermandariya Bilind a Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman, îro (11ê Adara 2026an) di daxuyaniyekê de ya ji bo Rûdawê eşkere kir ku Lijneya Wezîran Wezareta Hundir erkdar kiriye da ku van sîsteman peyda bike. Nûman diyar kir ku dê bi Korporasyona Pîşesaziyên Leşkerî ya Iraqê re peymanek were îmzekirin û sîstemên ku ji radar û mûşekên pêşketî pêk tên, werin çêkirin an peydakirin.
Ev biryar piştî pêwendiya telefonî ya di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de hat girtin. Rubio di wê hevdîtinê de tekez kiribû ku parastina dîplomat û navendên Amerîkî yên li Iraqê ji bo wan pêşîniyeke sereke ye.
Sebah Nûman destnîşan kir ku sîstemên parastinê dê li cihên stratejîk ên Herêma Kurdistanê jî werin bicihkirin. Nûman got:
Herêma Kurdistanê parçeyekî giring ê stratejiya me ye. Li wir gelek tesîs û saziyên giring hene ku divê li dijî gefên hewayî werin parastin.”
Bîlançoya giran: Di 12 rojan de 231 êrîş
Giringiya van sîsteman di daneyên êrîşên dawî de bêtir derdikeve pêş. Li gorî amarên fermî, ji destpêkirina operasyona dijî Îranê (28ê Sibatê) heta sibeha 11ê Adarê, bi giştî 231 êrîşên bi dron û mûşekan li dijî Herêma Kurdistanê pêk hatine. Balkêş e ku ji van êrîşan 201 jê rasterast sînorên parêzgeha Hewlêrê hedef girtine.
Tê payîn ku ev “mertala parastinê” rageşiya li ezmanê Iraqê kêm bike û rê li ber êrîşan bigire ku ziyanê dighînin binesaziya welat.