Iraq | Sedir banga ‘Soresa Çaksaziyê’ kir

Iraq | Sedir banga ‘Soresa Çaksaziyê’ kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir li dijî Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîe di meha Muharremê û rojên Aşûrayê de banga ‘Şoreşa Reforman’ kir.

Piştî karvedanên protestoyên alîgirên Sedir û serdegirtina parlamentoyê, yek ji kesayetê nêzîkî Sedir, Muhamed Iraqî li ser twitterê banga Muqteda Sedir a bo Aşûrayê belav kir.

Di peyama hatiye belavkirin de, tê gotin ku sibe wê ‘Şoreşa Çaksaziyê’ dest pê bike û ew jî berdewama mîsyona Îmam Huseyîn be. Xwepêşandanên hatine kirin jî peyam bûn ku ji aliyê cîhanê û partiyan ve hatine fêmkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin