Iraq û Endonezya vîza ji bo dîplomat û xizmetê rakirin

Iraq û Endonezya vîza ji bo dîplomat û xizmetê rakirin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand ku Iraq û Endonezya di navbera xwe de peymana vîzê îmza kirine. Li gor peymanê; kesên xwediyê pasaporta dîplomatîk û xwediyê pasaporta xebatê, wê karibin bê vîze seredana welatan bikin.

Peymana navborî ji aliyê wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn û wezîra karên derve ya Endonezyayê Retno Marsudi de hat îmzakirin.

Li gor ragihandina her dû terefan; armanca peymanê ew e ku têkiliyên dostane di navbera her dû dewletan de çêbibin û her weha hevkariya dîplomatîk pêşde bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin