PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, bangewaziya normalîzekirina pêwendiyên ligel Erebistana Siûdî dubare kir û got, asayîbûn ji bo dahatûya Îsraîlê girîng e.
Lapid, di civîna îro 10ê tîrmehê ya kabîneya xwe de, bal kişand ser serdana Serokê Amerîka Joe Biden a Rojhilata Navîn û got ku wê Biden peyama aştî û hêviyê bo asayîbûna pêwendiyên Îsraîl-Erebistanê bigihîne.
Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê di çarçoveya Peymana Îbrahîm de bi hejmarek welatên ereb re proseya normalîzebûnê daye destpêkirin û niha jî hewl dide bi Sîûdî re heman peymanê girê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin