PeyamaKurd – Serokê Îsraîlê Yair Lapîd li ser operasyonên Xezzeyê yên artêşa wan pêk tîne axivî û diyar kir, hemû êrîşên wan gihîştine armancên xwe.
Serokê Îsraîlê û Serokê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz, li Tel Avîvê di derbarê êrîşên Artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezzeyê û li ser agirbesta bi navbeynkeriya Misirê pêk hat de daxuyanî dan.
Lapîd angaşt kir ku hemû êrîşên wan ên li dijî Xezzeyê serkeftî bûye û gelek leşkerên berbiçav ên Tevgera Cîhadî ya Îslamî jî kuştine.
Herwiha Lapîd, ji ber navbeynkariya wan di agirbestê de, spasiya Serokê Misirê Abdulfettah es-Sisi û rayedarên hikûmeta Misirê kir.
Benny Gantz jî got, hemû êrîşên li dijî Xezzeyê, ji bo ewlehiya welatê wan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin