Îsraîl: Kesên li Tirkiyê hatine girtin ti pêwendiya wan bi MOSSADê nîne

Îsraîl: Kesên li Tirkiyê hatine girtin ti pêwendiya wan bi MOSSADê nîne

PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Ewlekarî û Pêwendiyên Derve di Parlamena Îsraîlê de, Ram Ben-Barak, derbarê operasyona Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) a bi îdiaya endamên MOSSADê (Îstixbarata Îsraîl) ne girtina 15 kesan daxuyanî da.

Ben-Barak li ser wan nûçeyên medya Tirk a girtina 15 endamên MOSSADê bi operasyona MÎT a Tirk got, ti pêwendiya wan kesan bi MOSSADê re nîne.

Li gorî nûçeya rojnameya The Times of Israel Ram Ben-Barak ku di heman demê de cîgirê berê yê serokê MOSSADê bûye ew îdiayên medya Tirk red kirine û gotiye, îstixbarata Tirk ji ber meraqa nîşandana serkeftinên xwe van agahiyên derew belav dike û ti kesek ji wan kesên hatine girtin ne ajanên Îsraîlê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin