Îsraîl xwe ji bo serê Lubnan û Hîzbûllahê amade dike

Îsraîl xwe ji bo serê Lubnan û Hîzbûllahê amade dike

PeyamaKurd – Piştî roketa ku avêtin Golanê li stadyûmê xistin û 10 Îsraîlî jiyana xwe wenda kirin, wezîrê karên derve yê Îsraîlê Israel Katz daxwuyanî da û got:

“Êrîşa îro ya Hîzbûllahê xetên me yên sor derbas kir. Em ê li gor wê bersivê bidin. Em xwe li hemberê Hîzbûllah û Lubnanê ji bo şerê temamî amade dikin. Îsraîl vê êrîşê daneyne kenarekî.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu li Amerîkaye û hat ragihandin ku vegera xwe daye pêş. Tê gotin ku Netenyahu ferman daye da balafira wî herî zûtir rabe. Çavkaniyekî nêzî Netenyahu gotiye ku balafira Netenyahu wê di TSİ 01.00an de ji Washingot DC rabe.

Li gor ragihandina nivîsîngeha serokwezîrtiya Îsraîlê ku di ser hesabê xwe yê medya civakî de kiriye, Netenyahu li ser êrîşa ser bajarê Mecdel Şemsê û bi kuştina 10 kesan û birîndarkirina 30 kesan Hîzbûllahê berpirs girtiye û gotiye:

“Îsraîl vê êrîşa kujerî danayne kenarekî. Hîzbûllah dê bedelekî wisa bide ku heya niha qet nedaye.”

Hîzbûllah, piştî bûyerê ragihandibû ku ti têkiliya wê bi êrîşa Golanê tine lê got ku roketekî avêtin Golanê baregeha leşkerî ya Îsraîlê lê navê cîh nedabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin