PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê piştî karesata li Çiyayê Meron a merasîma Cejna Lag BaOmer ku 44 kes di îzdihamê de mirin û 150 kes jî birîndar bûn, li tevahiya welat şîna giştî ragihand.
Li gorî ragihandina Ajans France Press (AFP) îro 30yê Nîsanê li tevahiya Îsraîlê ji bo karesata Cejna Lag BaOmer a li Çiyayê Meronê hat ragihandin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî piştî bûyerê li ser hesabê xwe yê medya civakî twitterê, bûyer wekî ‘felaketeke mezin’ bi nav kir û hêvîya tenduristiyê ji birîndaran re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin