Jeffrey: Tirkiye bi Sûriyê re dijminahî û bi Îranê re reqabetê dike

Jeffrey: Tirkiye bi Sûriyê re dijminahî û bi Îranê re reqabetê dike

PeyamaKurd- Berpirsê taybet yê wezareta karên derve yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey bersiva endamên kongreyê yên komîsyona karên derve yê Meclisa Temsîlkaran da. Jeffrey ragihand ku hêj bi Tirkiyê re bo avakirina herêmên bi ewle lihev nekirine û bi Tirkiyê û HSD ê re hevdîtinên wan dewam dikin.

Jeffrey li ser mijara vekişandina ji sûriyê got ku wan ti carê negotiye ku dê hêzên xwe yên hewayî ji Sûriyê vekişînin. Li ser bi hevkarên xwe yên sehayê re, li nowteyeka başin. Li ser mijara êrîşên Tirkiyê bo ser HSDê jî got ku serokê Amerîkayê Trump bo Erdoğan gotiye ku ew naxwaze Tirkiye an HSD êrîşê hev bikin. Lê hevdîtinên Amerîkayê bi wan re dewam dikin û hêj negihane çi encamê.

Jeffrey, di mijara têkiliyên Tirkiyê bi Sûriyê û bi îranê re weha got:

“Tirkiye bi Sûriyê re xwedî dijminahiyeka xurte ku bingeha wê diçe ser destpêka şerê hundir. Tirkiye weka dîrokî û adetî bi Îranê re, di Rojhilata Navîn de, di nav reqabetê de ye. Tirkiye bi giştî ji hemleyên Rûsyayê yên li hemberê wan neraziye. Divê Tirkiye bi van arîşeyan re serî derê. Tirkiye bi hinek rêyan bi hebûna xwe ya leşkerî ya bakûrê rojava bikartîne û bi me re muzakereyên bo avakirina herêmên bi ewle dike û bi Rûsya re hevdîtinan dike û bi wî awayî serî dertê.”

Jeffrey di mijara Idlibê de ragihand ku divê agirbesekî çêbibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin