PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Zikarê xwepêşander agir berdan baregehên hinek partiyan û sohtin. Li gor ragihandina wezîfedarê polîsên Zikarê Huseyn Muhaymid; baregehên ku hatine şewitandin ev in: Baregeha koalîsyona Dewleta Qanûn ya di bin serokatiya serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî, baregeha Tevegera Hikmet ya Netewî ku di bin serokatiya Ammar El Hekîm de ye, baregeha Partiya Komunîst û baregeha parlementerekî.
Li aliyê dinê hat ragihandin ne tenha baregehên li jor navborî lê li Zikarê baregeha Tûxayên Bedir ku bi ser Haşdî Şabî ve ne û baregeha Seraya Tevgera El Xorasanî jî ji aliyê xwepêşandêran ve hatine şewitandin.
Xwepêşandêr dibêjin ku ji baregehan bi sîlihan li xwepeşandêran xistine lewra baregehên wan hatine şewitandin.
Muhaymid ragihand ku tîmên parastina sîvîl agir vemirandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin