PeyamaKurd- Çavkaniyên ji hikûmeta Rusyayê aşkera kir ku ji bo Rusya axên Ukraynayê bike ser axên xwe, dê referandûmê bike. Li gorî îdiyên van çavkaniyan, dibe ku di meha îlonê de referandûm bê kirin.
Li gorî malpera nûçeyan a serbixwe ya Rusyayê Vyorstkayê, çavkaniyên ji hikûmeta Rusyayê ji bo malperê daye zanîn ku dê Kremlîn di meha pêş de herdu herêmên ku dagir kirine, ji bo bi xwe ve girêbide, dê biçe referandûmê.
Li gorî nûçeya malperê, referandûm dê ji bo herêmên Donetsk û Luhanskê bê kirin û plansazî ew e ku ev referandûm di 14ê Îlonê de bê kirin. Her wiha hat eşkerekirin ku ji bo herêmên Herson û Zaporijyayê jî referandûm tê plankirin.
Rêberê Partiya Rusyaya Hevbeş Andrey Turçak ku yek ji alîgirên Kremlînê ye, roja pêncşema borî axivîbû û li ser herêmên di bin venêrîna Donbasê gotibû “Ev ax, axên alîgirên Rusyayê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin