PeyamaKurd- Rûsya ji bo ku penaberên Sûriyê vegerin welatê plan û projeyên xwe teslîmî Lubnanê kirin.
Şandeya di bin serokatiya Nûnerên Rûsyayê yê li Sûriyê Alexander Lavrentiev de, plana Moskowê ya ji bo vegera penaberên Sûriyê, bi erkdarên Lubnanê re parve kir.
Di derbarê mijarê de Serokomarê Lunbanê Mişel Avn jî got ku em jî dixwazin ku penaber bi ewlehî vegerine welatê xwe. Pêşniyariya Rûsyayê em gelekî memnûn kirin.
Lavrentiev jî piştî civînan, ji çapemeniyê re axivî û got ku hevdîtinên me bi serkeftî bi encam bûn. Ji bo ku penaber vegerine welatê xwe em ê bi hev re bixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin