Ji Iraqê hisyariya cureya nû ya vîrusa koronayê

Ji Iraqê hisyariya cureya nû ya vîrusa koronayê

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristî û Jîngehê ya Iraqê li ser belavbûna cureya nû ya vîrusa koranayê hişyarî da hemû welatiyan ku ev cureya nû li belav bibe, dê bilez û metirsîdar be.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat gotin, "Em bang li welatiyên xwe dikin ku tedbîrên pêşîgirtinê û rênimayên tenduristiyê yên ji aliyên fermî ve hatine derxistin, bi temamî bi cih bînin."

Wezaretê daxwaz ji welatiyan kir, maskan bi kar bînin, dûrketina fîzîkî biparêzin û destên xwe bi berdewamî bişon û bila dikan, xwaringeh û cihên giştî jî pabendî rêkarên xweparêziyê bibin.

Çend hefteyên dawî li Iraq û Herêma Kurdistanê hejmara pêketin û mirinên koronayê gelekî kêm bûye ku hişyar hatiye dayîn ew cureya nû ya vîrusê ku ji Brîtanyayê belav bûye negihe Iraqê.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê heta niha 584 hezar û 145 kes bi Koronayê ketine, 12 hezar û 697 kes mirine û 520 hezar û 969 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin