PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser krîza Ûkraynayê ya gihîştiye asta şer ragihand ku wan biryar daye ligel Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn û Serokê Ûkrayna Volodimir Zelensky re rûbirû hevdîtinê bike.
Macron got ku wî di nav hefteyê de 3 caran bi telefonê pêwendî ligel Pûtîn û Zelensky kiriye û biryara hevdîtina rûbirû hatiye wergirtin.
Herwiha Koşkta Elysee jî eşkere kiriye ku wê Macron 7ê Sibatê roja Duşemê serdana Moskowê bike û 8ê Sibatê jî derbasî Kîevê bibe û ligel Pûtîn û Zelensky rûbirû bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin