Ji Pelosî daxuyaniya Çîn û Taywanê: Em rê nadin!..

Ji Pelosî daxuyaniya Çîn û Taywanê: Em rê nadin!..

PeyamaKurd - Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ku demek berê bi serdana xwe ya Taywanê re bûbû sedema krîzeke mezin bi Çînê re, ragihand ku ew ê nehêlin Çîn rahênanên leşkerî yên li dora Taywanê wek kiryarên normal nîşan bide.

Pelosî di civîneke rojnamevanî ligel 4 senatorên demokrat ên bi wê re çûbûn welatên Asyayê ku Taywan jî di nav de bû got, Çîn dixwaze bi kiryarên xwe normalbûneke nû çêbike.

Pelosî da zanîn ku ew ji bo nîşandana dostanîya bi Taywanê re çûne wê derê û dîyar kir, wan xwestiye li wir raber bikin ku Çîn nikare Taywanê bi temamî dorpêç bike.

Li ser pirsa dorpêçên Çînê yên dijî wê hatine sepandin jî Pelosî got: “Xema kê ye?”

Hêjayî gotinê ye, Çînê bi serdana Pelosî re tetbîqatên mezin ên leşkerî li dora Taywanê dabûn destpêkirin ku ew tetbîqat hîn jî didomin û guman heye Çîn êrîşî Taywanê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin