Kadîrov, gef li Zelenskiy xwar: Bireve!

Kadîrov, gef li Zelenskiy xwar: Bireve!

PeyamaKurd- Rêberê Çeçen Ramazan Kadîrov, li ser mijara ku êrîşa moşekî li Pira Kirimê hatibû kirin, gef li Serokê Dewleta Ukraynayê xwar. Kadîrov, di gefa xwe de ragihand ku ew ê tola xwe hilînin.

Ramazan Kadîrov ê ku bi nêzîkbûna xwe ya Rusya û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin tê naskirin, li ser êrîşa Pira Kirimê, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, gef li Volodimir Zelenskiy xwar. Kadîrov got,

“Me tu hişyar kiribû ku hîn Rusyayê baş dest bi şer nekiriye. Ji ber vê yekê jî wekî mirovên qels, dest ji gilîkirinê berde. Zelenskiy, ji bo êrîşên ku li dijî Kiev û bajarên din tên kirin, gazincan dike.

Zelenskiyê xêtikî! Tu dikarî van êrîşên bi vî rengî bikî, qey em nikarin bikin? Tu çima li ser vê nefikiriyî? Hîn ku moşekên ji van moşekan bihêztir nehatine havêtin, li peyî xwe nenihêre û bireve!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin