Kaledonya Nû referandûma serxwebûnê dike

Kaledonya Nû referandûma serxwebûnê dike

PeyamaKurd- Xelkê Kaledonya Nû îro çû ser sindoqan. Di encamê de wê diyar bibe bê dixwazin bi Fransayê re bimînin an serbixwe bibin. Kaledonya li rojhilate başûrê Okyanûsya mezine û 174 hezar hilbijêrên wê hene.

Grûbên layangirê serxwebûnê û xelkê cî Kanakî di kampanya serxwebûnê de slogana “em xwe ji otorîteyên dagirkeran rizgar bikin” xistin pêş. Lê çavdêr radigihînin ku wê nisbeta dengan di bin %50an de bimîne. Encama referandûmê dê di nava hefteyê de aşkera bibe.

Eger encama referandûmê di bin %50 yan de be, li gor peymana navbera wan û Fransayê wê berya sala 2022an car din karibin referandûma serxwebûnê bikin. Kaledonya Nû niha li meclisa Fransayê ji aliyê 2 parlementer û 2 senatoran ve tê temsîlkirin û Fransa her sal 1.3 mîlyar Euro pere dide wan.

Nûfûsa Kaledonya Nû li dora 275 hezariye û erdê wan li dora 18 hezar û 576 km2 ye. Xelkê welat % 44 Kanakî ne. Zimanê fermî Fransiziye û payîtexta wê Noumea ye. Serpereştiya hukumeta wê Philippe Germain dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin